Aloziya di navbera Wagner û artêşa Rûsyayê de zêde dibe

Koma leşkerên bi pereyan dixebitin li hemberî artêşa Rûsyayê rabûn.
Ev geşedan wekî hewldana darbeyê tê dîtin.

Li Rûsyayê Yevgenî Prîgojîn ê ku xwediyê koma leşkerên bi pere (Wagner) li dijî artêşê banga serhildanê kir.

Prîgojîn îddîaya hewldana darbeya leşkerî red kir.

Yevgenî Prîgojîn li dijî artêşê banga serhildanê kir.

Hêzên Wagnerê li başûrê welat bajarê Rostov-on-Donê bi dest xistin.

Serokê Rûsyayê Vladîmî Pûtîn jî daxuyanî da û wiha got:

Serhildanên wisa tê wateya ku ji pişt ve li welatê me bixin.

Em amade ne, dewleta xwe biparêzin. Di nav hêzên Wagnerê de xayîn hene.

Ev serhildana çekdarî tê wateya darbeya li dijî gelê me yê Rûsyayê. Wê cezayê wan giran be.”

Prîgojîn jî vîdeoyek weşand û diyar kir heke Wezîrê Parastinê Sergey Şoygû û Serokê Giştî yê Artêşê Valery Gerasîmonov bi wî re rûnenên wê bajar bi dest bixe û ber bi Moskovayê ve bimeşin.

Back to top button