Piştî 4 mehan ji qutkirina ava Firatê, rêjeya kêmbûna ava bendava Firatê ku ji mezintirîn golên li Sûriyê ye, gihaştiye 6 metreyan.
Li ser mijarê, Cîgirê Mudîrê Bendava Tişrînê Cîhad Beyrem anî ziman ku ev 4 meh in av ne hatiye û ev jî bendavê dixe metirsînê.
Cîhad Beyrem da zanîn ku rêjeya avê ya li golan bûye sedema kêmbûna saetên dayîna kehrebeyê jî ku turbînên li bendavê tenê 8 saetan dixebitin.
Mudîrê Giştî yê Bendav Tişrînê Endizyar Hemd El-Hemadîn derbarê mijarê da zanîn ku bi hatina demsala havînê re metirsîn hîn zêdetir dibe.