Îro gera 4. a civînan navbera Tirkiya û Yûnanistanê dest pê dike

Îro gera 4. a civînên “Avakirina Baweriyê” navbera Tirkiye û Yûnanistanê de, dest pê dike.

Wezareta Parastina Tirkiyê ragihand gera çaremîn a civînên “Avakirina Baweriyê” a navbera wan û Wezareta ParastinaYûnanê, wê îro û sibe bi rêya onlin, li dar bikeve.

Tê zanîn ku di navbera Tirkiye û Yênanistanê de, nakokiyên ji ber sînorê deryayî û çavkaniyên enerjiyê derketin, lê sala derbasbûyî piştî ku Tirkiyê keşteyên lêkolînê şandin deryaya navîn, zêde bûn.

Jixwe, Yênanistan 17 û 21’ê Sibata borî, tevlî gera sêyemîn a civînên navborî bûbû.

Back to top button