Biden dê qedexekirina kirîna F-35 ji ser Tirkiyê raneke

Waşington ji biryara qedexekirina kirîna Tirkiyê ya balafirên F-35 venagere.

Berpirsekî Wezareta Parastinê ya Amerîkî (Pentagon) ji malpera Amerîkî Defense One a nûçeyan re diyar kir ku, rêverberiya serokê Amerîkayê Joe Biden ji biryara qedexekirina Tirkiyê ya kirîna balafirên F-35 bi paş de venagere.

Berdevkê Pentagonê John Kirby ji ragihandinê re diyar kir biryara wan der barê kirîna Tirkiyê ya pergala Rûsî S-400 nehatiye guhertin û teqez kir ku Tirkiye ji bernameya F-35 hatiye bidûrxistin.

Kirby dubare bang li Enqereyê kir ku dest ji S-400 berde.

Beriya niha Rêveberiya serokê berê Donald Trump ji bo kirîna vê pergalê hin ceza li dewleta Tirk birîbûn.

Back to top button