Ann Linde: Ev biryar şaş e, QSD’ê hevkarê me yên baş in

Tevî ku QSD’ê cîhan ji terora DAIŞ’ê rizgar kir, derheqê wê de, biryarên şaş tên girtin.

Swêdê eşkera kiribû ku ew alîgirên QSD’ê ji mafê hemwelatîbûnê pê bar bikin.

Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ev biryar şaş û ne di cih de dît û anî ziman QSD’ê hevkarên wan ên baş in.

Li şûna ku QSD’ê ya ku zêdeyî 11 hezar şehîd di şerê li dijî DAIŞ’ê de daye were xelatkirin, biryarên şaş derheqê wê de tê girtin.

Di raporek radyoya “Ikon” de hat diyarkirin ku Swêdê dê alîgirên QSD’ê û kesên berê di nav de çalak bûn, ji mafê hewmelatîbûnê bê par bikin.

Ev biryar YPG û PYD’ê jî digre nava xwe, li gorî Ikon, buroya Koçberan li Swêdê îdîa kiribû ku ji ber binpêkirinên QSD’ê wan ev biryar girtine.

Tevî ku Swêdê Hêzên Sûriya Demokartîk hevkarên xwe di têkoşîna li dijî terorê de de dibînin ev biryar girt.

Li ser vê biryarê, Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde destnîşan kir ku, biryara bêparakirina Kurdan ji mafê hemwelatiya Swêdî nebaşe û îşaret pê kir ku kurd û QSD’ê hevkarên wan ên baş in.

QSD’ê bi hevkariya Koalîsyona navnetewî, têkoşîneke bêhempa li dijî DAIŞ’ê meşand û Adara 2019’an dawiyê wan li Baxozê anî, heta niha jî têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ’ê didomîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku berî niha jî, gelek caran hevdîtin û serdanên berpisên Swêdê ji bo herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî çêbûne û têkiliyên wan bi hev re baş in..

Ya dawî, Wezîrê Parastina Swêdî Peter Hultqvist bi Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî re civiyabû û piştgiriya xwe bi QSD’ê re nîşan dabû.

Back to top button