Tevgera Jinên Azad ji bo tûra 2. a hilbijartinê bang kir

Tevgera Jinên Azad ji bo tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê banga çûyîna ser sindoqan kir.
TJA ji hemû beşên civakê xwest ji bo faşîzma ku wan di 14’ê Gulanê de rawestand di 28’ê Gulanê de têk bibin.

Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê tûra duyemîn a hilbijartina Serokkomariyê de daxuyaniyeke nivîskî da.

TJA’yê bi sernavê “Dem Dema Paşvexistina Faşîzma ku Me Daye Rawestandin e” daxuyaniya xwe weşand û wiha got:

Hêza herî mezin a ku di 14’ê Gulanê de pergala ‘yekzilamî’ ku daye rawestandin; hêza birêxistinî û îradeya azadî ya jinan bûye.

Weke TJA, em di wê baweriyê de ne ku ev hêza rêxistinkirî ya jinan, kevneşopiyên wan ên berxwedanê û cehda têkoşînê; dê vê faşîzma ku dijminê jinê ye careke din birûxîne.”

TJA diyar kir ew dê siberoj û azadiya xwe radestî zordarî û faşîzmê nekin û ev tişt anî ziman:

Em hemû jinan û hêzên demokrasiyê ku di 14’ê Gulanê de desthilata bloka faşîst a AKP-MHP-HUDAPAR’ê dan rawestandin carek din silav dikin.

Tevgera Jinên Azad TJA di dawiyê de ji hemû beşên civakê xwest di 28’ê Gulanê de faşîzmê têk bibin û got:

Bi têkbirina faşîzmê em ê azadiya civakî ji nû ve ava bikin.”

Hilbijartina serokkomariyê ya tûra duyemîn

Back to top button