Li Îranê 3 kes hatin darvekirin-Gel daket kolanan

Dewleta Îranê 3 girtiyên sewqî Girtîgeha Qazalhasar kiribûn di saetên serê sibê de hatine darvekirin.
Li dijî vê yekê gel li gelek bajaran daket kolanan û çalakiyên şermezarkirinê li dar xistin.

Li gorî agahiyan girtiyên bi navê Seîd Gravand, Şehab Gravand û Semed Gravand sewqî Girtîgeha Qazalhasar a li bajarê Karaj ê Îranê hatin kirin.

Piştre jî ev girtî di saetên serê sibê de hatine darvekirin.

Li dijî darvekirinan gel li gelek bajaran daketin kolanan û ev rewş şermezar kirin.

Her wiha li İsfahan, Tahran, Karaj, Zahîdan, Meşhed li gelek bajaran gel daketin kolanan dirûşmeyên “Bimre dîktator”, “Bimre Xamênêyî” li kolanan agir vêxist û çalakî li dar xist.

Back to top button