Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî bang li gelê Kurdistanê û partiyên siyasî kir ku li hember van hewildana bibin xwedî helwest.
Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê jî têkildarî hewldana hikûmeta Iraqê daxuyanîyek da.
KNK’ê diyar kir ku hêzên hikûmeta Iraqê ji ber zextên dewleta Tirk hewl dide Kampa Penaberan a Mexmûrê dorpêç bike û got:
“Berê jî xelkê kampê bi berxwedana xwe ev hewldan vala derxistibû, hikûmeta Iraq neçar mabû vekişe.
Vê carê jî xelkê berxwedêr ê kampê û dilsozên Kurdistanê rê nade vê planê”
KNK’ê hewldanan artêşa Iraqê şermezar kir û daxwaz ji xelkê Kurdistanê û partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl kir ku bibin dengê xelkê Kampa Mexmûrê.
Xazî Feysel: Li şûna dorpêçê Mexmurê ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin