Xazî Feysel: Li şûna dorpêçê Mexmurê ji êrîşên dewleta Tirk biparêzin

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel, têkildarî hewildanên dorpêçkirina Wargeha Penaberan a Mexmûrê got;
“Şêniyên wargehê sivîlin, bê çekin û ti ziyana wan negihaye ti kes û aliyan.
Li şûna dorpêçê, divê wargeh ji êrişên dewleta Tirk bê parastin.”

Hikumeta Iraqê hewl dide derdora wargeha penaberan ya Mexmûrê bi têlan dorpêç bike.

Berxwedaniya gel a li dijî dorpêçê jî dewam dike.

Fermandarê Xwebexş ê pêşmergeyên YNK’ê yê Herêma Mexmûrê Xazî Feysel, axivî û got:

“Şêniyên Wargeha Mexmurê ji ber zilma dewleta Tirk di salên 1990’î de bi çavdêriya rêxistinên mafên mirov û Neteweyên Yekbûyî li vê kampê bicih bûne.

Lê mixabin li şûna ew werin parastin, hertim astengî ji bo wan tê derxistin.”

Feysel diyar kir şêniyên wargehê rê nadin hêzên Iraqê derbasî nava wargehê bibin.

Xazî Feysel bal kişande ser êrişên dewleta tirk a dagirker û ev bang kir:

Pêwîste li şuna dorpêçê wargeh ji êrişên asîmanî yên dewleta Tirk û êrişên DAIŞ’ê were parastin.

Şêniyên Mexmûrê: Heya yek ji me hebe emê nehêlin dora me bê têl kirin

Back to top button