QSD: Di êrişeke DAIŞ’ê de 3 şervanên me birîndar bûn

Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’e ragihand, 3 şervanên wan li Dêrazorê birîndar bûne.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD’e li ser bûyerê daxuyaniyek weşand û wiha got:

“Şeva şemiyê li ser rêya Ebû Xeşeb a li rojavayê Dêrazorê, hêzên me rastî êrîşekê hatin.

Di encamê de 3 şervanên me birîndar bûn û fermandarekî QSD’e ku pêşengekî şerê li dijî DAIŞ’ê li herêmê ye bi selametî ji bûyerê derket.”

QSD’e diyar kir ku lêpirsînên destpêkê teqez dikin, rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst li pişt vê êrîşê ye.

Hêjayî gotinê ye di rojên derbasbûyî de, hêzên QSD’e operasyonên xwe li dijî DAIŞ’ê zêde kirine.

Di encama vê yekê de jî gelek çete hatin girtin, her wiha çek û alavên wan hatin desteserkirin.

Back to top button