Çeteyan ji navçeya Mabata kalemêrek revandin

Çeteyan ji gundê Me’imelan yê navçeya Mabata kalemêrek revandin.
Her wiha çeteyan li gundê Kawenda yê navçeya Raco 350 darê zeytûnan desteserkirin.

Binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şênî, xweza û şûnewarê Efrînê dewam dikin.

Tora Çalakvanên Efrînê ragihand ku çeteyan ji gundê Me’imelan yê navçeya Mabata a Efrîna dagirkirî kalemêrek revandin.

Kesê hat revandin bi navê Hisên Dolîko 68 ye..

Çeteyan piştî wergirtina 300 dolarên Emerîkî, Hisên hate berdan.

Çeteyan li navçeya Raco 350 darên zeytûnan desteserkirin

Her wiha Torê da zanîn ku çeteyên Feyleq El Şam li gundê Kawenda yê navçeya Racoyê 350 darên zeytûnan desteserkirin.

Çeteyan gef li xwediyê daran Şêxo Ismaîl xwarin û diyar kirin ku eger bertek nîşan bide wê erdê wî bi giştî desteser bikin.

Çeteyan du welatî li Efrînê revadnin

Back to top button