Artêşa Iraqê careke din bi hêzeke mezin dixwaze wargehê dorpêç bike

Artêşa Iraqê careke din hewl dide dor li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bigire.

Artêşa Iraqê vê sibê hêzêk mezin anî derdora wargeha şehîd Rûstem Cûdî ya Wargeha Mexmûrê ..

Dixwaze ji hemû aliyan ve wargehê dorpêç bike.

Artêşa Iraqê taybet xeta Semta yekemîn ango li taxa Şehîd Robar hewl dide bîrên avê yên kampê dorpêç bikin.

Piştî hatina hêzên artêşa Iraqê Xelkê Mexmûrê berê xwe dan cihên ku leşkerên Iraqê ketine nava tevgerê.

Artêş vê carê hewl dide leşkeran li cihên stratejîk ên derdora wargehê bi cih bikin.

Berxwedana Xelkê Mexmûrê ya li dijî artêşa Iraqê di roja 6’an de dewam e.

Li Almanya û Fransayê ji bo Mexmûrê çalakiyên piştgiriyê hate lidarxistin

Back to top button