
Li dijî lihevkirina Kiliçdaroglu û Ozdag a derberê qeyûman de wê Partiya Çepên Kesk û HDP’ê wê îro helwesta xwe zelal bike.
Lijneyên Rêveber ên Navendî yên Partiya Çepên Kesk û HDP’ê piştî lihevkirina Serokê CHP’ê Kiliçdaroglu û Yê partiya Zaferê Ûmît Ozdag derbarê mijara qeyûman de li hev civiyan.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku tayinkirina qeyûman nayê qebûlkirin û wê helwesta xwe ya dawî ya têkildarî hilbijartinên 28’ê Gulanê îro eşkere bikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sedema bingehîn a pirsgirêkên li welêt pêkanînên ne li gor demokrasiyê û rêgezên hiqûqa navneteweyî ne û wiha hat gotin:
“Pêkanînên qeyûmtiyê tenê ne prisgirêka Amedê ne, pirsgirêka Stenbolê û bi awayekî giştî prisgirêka me hemûyan e.”
Di daxuyaniyê de hat bilêvkirin ku dê têkoşîna wan a ji bo demokrasî, hiqûq û edaletê bidome.