Artêşa Dagirker a Tirk bombe li qadên sivîlan barand

Dagirkeriya Tirkiyê demeke dirêje li başûrê Kurdistanê heremên sivîlan bi hinceta gêrîla lê ye armanc dike.
Vê carê heremên sîvîlan da ber bombeyan û xisareke mezin gihişt xwecihiyên Başûrê Kurdistanê. 

Dewleta Tirk herî dawî li herêma Garê bi balafirên şer riyên gundan kir armanc.

Li van rê bombebaran kir.Ev yek bi dîmenan jî hat belgekirin.

Zirareke mezin gihiştiye heremê û rêya gundan ketiye rewşa ku neyê bikaranîn.

Ev rêyan ji Duhokê, ji Amediyê heta Akrê gelek gund û bajarokan bi hev re girê didin.

Ji aliyê şêniyen heremê ve ev yek weke polîtîkayeke taybet a li hemberî civakê tên nirxandin.

Bi taybetî ev yek nîşan dide ku dewleta Tirk dixwaze şêniyên heremê çav tirsandî bike.

Qadê bê mirov bihêle.

Parlementerên Iraqê êrişa li ser Şengalê şermezar kirin

Back to top button