Wezîrên Karên Dderve yên NATO ji bo rewşa Ukraynayê dicivin

Wezîrên Karên Dderve yên NATO`yê îro ji bo nîqaşkirina sewqiyatên leşkerî yên Rûsyayê li ser sînorê Ukraynayê, li hev dicivin.
Metirsî heye Kremlîn ji bo ku bikeve herêmê dest bi operasyonekê bike.

Civîna wezîrên karên derve yên NATO`yê ya li paytexta Lîtvanyayê Rîgayê, li gel aloziya koçberên li ser sînorên Belarûs-Polonyayê tê lidarxistin.

Welatên rojavayî Belarûsê bi derxistina wê aloziyê tawanbar dikin.

Piştî bicihkirina hêzê li sînorê Ukrayna, metirsî heye ku Rûsya li dijî herêmê oparasyonekê pêk bîne.

Sekreterê giştî yê NATO`yê Jens Stoltenberg di serdana hêzên NATO`yê yên li Lîtvanyayê de ji ajansa AFP`ê re got:

Niyetên Rûsyayê ne zelal in, lê ev cara duyemîn e ku sewqiyateke bi vî rengî ya hêzên Rûsyayê pêk tê.

Em sewqiyatên mezin, balafirên keşfê, sîstema şerê elektronîk û bi deh hezaran leşkeran dibînin.

Moskow dibêje ew plana destpêkirina êrişê nake û NATO’yê bi alozkirina rewşê tawanbar dike.

Blinken: Li dijî êrişê wê bersivek tund were dayîn

Wezîrê Karên Derve yê DYA Antony Blinke jî li Rîgayê Moskowa hişyar kir û got:

Êrişek li dijî Ukrayna wê bibe sedema bersivek tund were dayîn.

Back to top button