Daîreya Kar û Barên Rêxistinan a Rêveberiya Xweser, li Reqayê bi hevkariya Daîreya Têkiliyên Derve derbarê xebatên sererastkirina binesaziyên ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de wêran bûye, civînek lidarxistin.
Civîn li Hola Mişwar hat lidarxistin.
Nûnerên rêxistinan, berpirsên rêxistinên navneteweyî û herêmî yên li herêmê kar dikin, beşdarî civînê bûn.
Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Bedran Çiya Kurd di civînê de got:
“Rêveberiya Xweser ji bo sererastkirina binesaziyan xwedî plan û bername ye.
Lê hêza me têra sererastkirina van saziyan nake, pêwîstiya me bi destekê heye.”
Çiya Kurd diyarkir ku rêxistinên li herêmê kar dikin jî dikarin alîkariyê bidin û got:
“Dibe ku projeyên çandinî û tenduristiyê hebin, em ê li gorî pêdiviyên herêmê plan û bernameyan deynin.”
Di dawiya civînê de xebatê saziyên navneteweyî yên li herêmên Rêveberiya Xweser hatin niqaşkirin.