Çeteyên dewleta Tirk li Serê Kaniyê, 32 şênî revandin

Weke li hemû deverên dagirkirî, binpêkirinên çeteyên dewleta Tirk dijî sivîlan dewam dikin. Li Serê Kaniyê herî dawî, çeteyan bi ser malê sivîlan de girt û 32 kes revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, çeteyan mal û milkên sivîlan li gundê Um El-Esafîr, Erîşa, Fêselya û Dawidiya Mela Silêman talan kirin û şewitandin.

Li aliyekî din jî, Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûrî da zanîn ku çeteyan, 32 sivîl ji Serê Kaniyê girtin û revandin.

Li gorî Navendî, ev yek di serdegirtina malên xelkê li gundê el-Metbe’a û Omerîtê de pêk hat.

Back to top button