Serokê Hikumeta Şamê Esed bi awayekî eşkere, şefê rejîma Tirkiyê Erdogan weke berpirsê piştevanê çeteyên li Sûrî binav kir û got:“Terora li Sûriyê tev de bi destê Tirkiyê çêbûye.
Cebhet Al-Nusra û Ehrar-El Şam bi destê dewleta Tirk hatine çêkirin.
Ew behsa çi terorê dike.”
Li koşka Muhacirîn a li Şamê, kenala Skynews hevdîtinek bi Serokê Hikumeta Şamê Beşar Esed re kir.
Di hevdîtinê de, Esed gelek mijar nirxandin, lê ya girîng helwesta wî derbarê hevdîtina bi Erdogan re bû.
Serokê Hikumeta Şamê careke din hevdîtina bi Erdogan re, berya vekişandina ji xaka Sûriyê red kir û got:
“Armanca me vekişandina Tirkiye ji xaka Sûriyê ye, lê armanca Erdogan rewakirina dagirkeriyê ye.
Ji ber vê yekê hevdîtin di bin şertên Erdogan de ne-pêkan e.”
Esed: Terora li Sûriyê tev bi destê Tirkiyê hatiye çêkirin
Li ser daxuyaniyên Erdogan ên ‘heta li Sûriyê torora ku gefê li dewleta Tirk dixwe hebe, em venakişin’ Esed got:
“Terora li Sûriyê tev de bi destê Tirkiyê çêbûye. Cebhet Al-Nusra û Ehrar-El Şam navin cuda li komên ku bi destê dewleta Tirk hatine çêkirin û destekirin in. Ew behsa çi terorê dike.”
Ji aliyekî din ve, Beşar Esed li ser têkiliyên bi welatên Ereb re diyar kir, têkiliyên welatên Erebî ji 40 salî ve têkilîne şeklî ne û tenê di çerçoveya daxuyaniyan de ne.
Beşar Esed derbarê êrîşên Israîlê yên li dijî herêmên Hikumeta Şamê jî axivî û got:
“Israîl di bin bihaneya hebûna Îranî li Sûriyê de, li artêşa Sûriyê dixe.
Heta ku em têkbirina planên terorîstan dewam dikin, êrîşên Israîlê jî dê bidomin, ji ber ew dijmin e.”
Esed li ser têkiliyên bi Rûsya û Îranê re teqez kir ku ‘Sûriye dizane hevalên xwe hilbijêre.’
https://youtu.be/mIqVJ4Nu3b8



