Ji Esed daxuyaniya li ser hevdîtina bi Erdogan re

Sûriya rastiya rejîma faşîst ya Tirkiyê li welat pêk aniyî êdî baş nas dike.
Serokê hikumeta Şamê Beşar Esed careke din helwesta xwe ya hevdîtina li gel şefê rejîma Tirkiyê Erdogan eşkere kir.
Esed got:
Di bin şertên Erdogan de ez ê hevdîtinê nekim.

Rejîma faşîst ya Tirkiyê ji 2011’an ve ji bo wêrankirina Sûrî kar dike.

Her çiqasî serokê Rejîma faşîst ya Tirkiyê Erdogan dixwaze têkliyên bi Şamê re normal bike jî lê ya diyar ev ne hêsan e.

Esed: Di bin şertên Erdogan de wê hevdîtinê pêre nekim

Serokê Hikumeta Şamê Beşar El Esed di hevdîtinek taybet bi Sky News Erebî re li ser egeriya hevdîtineke bi Erdogan re axivî.

Esed got:

“Hevdîtin wê di bin şertên Erdogan dixwazin de pêk neyê.”

Piştî 11 sal ji krîza dîplomasî ya navbera Tirkiye û Şamê de, gava yekem a pêvajoya asayîbûnê di 28’ê Kanûna 2022’an de hatibû avêtin.

Wezîrên Parasninê yên Tirkiye, Rûsya û hikumeta Şamê li Moskowê pêk hatibû.

Di civînê de Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar û Serokê MIT’ê Hakan Fîdan di cîvîna li Moskow de bi hempîşeyên xwe yên Sûrî re civiyabûn.

Civîna Wezîrên Karê Derve yên welatên navborî jî di meha Gulandê de li Moskow pêk hatibû.

Di wê demê de, rejîma Enqerê berî hilibjaritinan ketibû nava leza başkirina têkliyên bi hikumeta Şamê re.

Ji bo ev têkliyî pêk werin jî Erdogan hewil dida Rûsya navbeynkariyê bike.

Piştî hevdîtinên di asta jor de, amadekariyên hevdîtineke navbera Erdogan û Esed de dihat kirin.

Lê heta niha ji ber nêrînên cuda yên aliyan, dema ji bo vê hevdîtinê nehatiye diyarkirin.

Balkêşe ku ev daxuyaniyên dawî yên Esed, piştî nîşaneyên aloziya navbera Tirkiye û Rûsyayê de hat.

Di serdana Putin a Tirkiyê de yek ji rojevan wê hevdîtina Erdogan û Esed be

Tê îdiakirin di nava mehê de Serokê Rûsya Vladimir Putin serdana Tirkiyê bike.

Çapemeniya Tirkiyê jî îdia dike ku di serdana Putin a bo Tirkiyê de, wê hevîdtina Erdogan-Esed yek ji rojevên sereke be.

Lê heta niha demek diyarker ya ji bo vê serdanê nehatiye diyarkirin.

Back to top button