Parlamentera HDP`ê Feleknas Ûca derbarê nêzbûna tûra duyemîn ya Hilbijartinan got:
“Bersvdayîna herî mezin di 28’ê Gulanê de ye.”
Feleknas Ûca bal kişand ser girîngiya tûra duyem a hilbijartinan û ev yek anî ziman:
Ev hilbijartineke dîrokî ye.
Lewma di tûra yekemîn de gelek dek û dolab, zordarî û astengî hatin kirin.
Ji vê desthilatê re êdî bes e.
Ev hilbijartin hilbijartineke hesabpirsînê ye.
Li dijî van siyasetan bersivdayîna herî mezin e.”
Beriya tûra duyemîn a hilbijartinan dîsa dewleta Tirk dest bi operasyonên qirkirina siyasî kiriye.
Feleknas Ûca ev êriş û operasyon wiha nirxandin:
” Bi vê siyasetê dixwazin gel çavtirsandî bikin û siyaseta xwe bidin ferzkirin. ”
Ji bo wê em bang li gelê xwe dikin ku hemû herin ser sindoqan.
Deng ê xwe bidin û 28`ê mehê vê hişmendiya faşîzan têk bibin.”