
Jinên Ereb û Kurd tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.
Jinan destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide ku dengê azadiyê tune bike.
Endama Rêveberiya yekitiya Jinên Ciwan a Dêrazorê Suha El Seîd got:
“Ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê jin hewldanên xwe zêde bikin.”
Endama Komîteya Perwerdeyê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya Sefa El Ehreş jî got:
“Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldana bêdengkirina gelên azadîxwaz e..”
Her wiha, Meyede Remedan jî bal kişand ser rola fikrê Rêber Apo di rizgarkirina jinan de û got:
“Bi saya fikr û perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan em ketin rêya têkoşîna li dijî bindestî û koletiyê.”
Fatme Meşan destnîşan kir divê em dilsozên Rêber Apo bin.
Her wiha, Firyal Qesûm diyar kir ku divê jin ji bo bidestxistina mafên xwe fikrê Rêber Apo bişopînin.