Li California ya Amerîkayê, di encama gulebaranekê de, 4 kes hatin kuştin.

Li wîlayeta California ya Amerîkayê, di encama gulebaranekê de, 4 kes hatin kuştin.

Li gorî polîsê, gulebaran li bajarê Orange pêk hat û di nava qurbanan de zarokek jî heye, her wiha 2 kes birîndar bûne.

Dezgehên ragihandinê diyar kir ku polîsan kesekî biguman binçav kir û destnîşan kir ku rewş niha di bin kontrolê de ye.

Li Californiyayê ji destpêka 2021’ê ve, çend bûyerên cihêreng çêbûne û ya herî dawî kuştina 2 kesan li bajarê Ontario yê wîlayetê bû.

Back to top button