Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif der barê salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê de nirxandin kir û tekez kir projeya Rêvebriya Xweser projeya herî xurt a demokratîkbûnê ye.
Li ser gef û êrişên li ser herêmê jî Foza Yûsif tekez kir ku gelê herêmê bi biryar e êrişan têk bibe.
Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif der barê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, armanc û encamên bi xwe re anîn, ji ajansa Firatê re nirxandin kir.
Foza Yûsif dibêje projeya Rêvebriya Xweser projeya sedsala 21’ê ye, projeya herî xurt a demokratîkbûnê ye.
Têkildarî gef û êrîşên li ser herêmê û armancgirtina detkeftiyên şoreşê jî Foza Yûsif da zanîn ku şerekî mezin li dijî herêmê û projeya wê tê kirin.
Foza Yûsif: Ji bo têkbirina êrişan gel bi biryar e
Ji bo valaderxistin û têkbirina van êrişan jî Foza Yûsif tekez kir ku gelên herêmê hevkar û bi biryar in.
Foza Yûsi : Çareserkirina krîza Sûriyê tenê li Sûriyê pêkan e
Foza Yûsif piştrast kir ku çareseriya krîza li Sûriyê ne li derve divê li Sûriyê were peydakirin û balkişand li ser hewldanên bibinketî yên li Cenevre û Astanayê.
Foza Yûsif : Civîna sibe ya sêalî li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê ye
Li ser civîna sêalî ya ku Tirkiye, Rûsya û Îran sibe li dar bixin jî, Endama Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif da zanîn ku civînên bi vî rengî ne di xizmeta gelê Sûriyê de ne û li dijî berjewendiyên wê ne.