Koçberên Şengalê ji kampa Duhokê vegeriyane

Di van demên dawiyê de gelek malbatên Êzidî ji kampên Duhokê vegeriyane Şengalê.
Malbatên ku vegeriyane dibêjin:
“Em li vê derê hatine dinê, divê li ser axa xwe bijîn.
Azadiya li Şengalê li tu cihekê din nîne”.

Di sala 2014’an de piştî fermana 73’yan bi hezaran kes ji Şengalê koçê hewlêr, zaxo, dihok û derveyî Başûrê Kurdistanê kirin.

Niha jî bi hezaran Koçber li kampên Duhokê dijîn.

Yek ji bajarokê herî zêde veger lê çêbûye Komelgeha Sîba Şêx Xidir ya Şengalê ye.

Bi vegera koçberan re careke din jiyan li Sîba Şêx Xidir vegeriya ye.

Malbatên piştî 9 salên koçberiyê vegeriyane Sîba Şêx Xidir û keyfxweşiya xwe ya vegerê vegotin .

Welatiyê bi navê Qeyser Qîranî yê berê 4 mehan vegeriyaye Sîba Şêx Xidir, sedema vegera xwe bi van gotinan îfade dike; “Em li kûderê jî bin, cihê tu kesî ji me re nabe war.

Welatiyê bi navê Şivan Xwedêda jî bi heman mijarê axivî û got: “Divê em li benda kesê nebin, ku em bi xwe avakirina mala xwe re mijûl bin.

Back to top button