Sîhanok Dîbo: Divê rojnamevan rolên kilasîk derbas bikin

Yekitiya Ragihandina Azad Bi slogana “Rola Ragihandinê di Şerê Taybet de” li Qamişlo semînerek da.

Gelek rewşenbîr, parêzer û rojnameger tev li semînerê bûn

Endamê Meclisa Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk Sîhanok Dîbo semîner bi rêve bir.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku Divê em rewşa şer di ber çavan re derbas bikin û got :

“Şerê taybet şerekî çandê ye ku li ser gelek astan pêk tê.

Ya yekem, şerê ragihandinê ye.

Li Sûriyê li dijî Rêveberiya Xweser şerekî taybet bi rêya ragihandinê tê meşandin ..”

Sîhanok Dîbo bang li rojnamegeran kir ku mijara rolên klasîk derbas bikin û ev nirxandin kir :

“Ji ber ragihandin desthilata yekemîn e û divê rojnameger di şer û aştiyê de xwe wek çekekî bibînin.

Ragihandin ne desthilata girêdayî ye, lê belê desthilata yekemîn e bi taybet di şoreşa teknolojî û çapemeniyê de.”

Back to top button