KCK: Divê ENKS rêzê ji desketiyên şoreşa Rojava re bigre

Komtîteya Perwerdeyê ya KCK’ê da zanîn ku ENKS bi dijîtiya xwe ya perwerdeya zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê dixwaze hevdîtinên yekîtiyê têk bibe.
KCK’ê diyar kir ku divê ENKS rêzê ji destketiyên ku bi xwîna hezaran şehîdan hatiye bi destxistin re bigre, ji bo yekîtiyê gavan bavêje û dijberiya desketiyên Kurdan neke.

Komîteya Perwerdeyê ya KCK’ê derbarê neqebûlkirina ENKS’ê ya perwerdeya zimanê kurdî û pergala hevserokatiyê daxuyaniyek da.

KCK’ê diyar kir ku bi hezaran keç û xort, jin û zarok, kal û pîr ji ber ku xwedî li hebûn û çanda xwe derketin, li Efrînê, li Serêkanî û Qamişloyê, li Cizîrê û Nisêbînê, li Mehabad û Sineyê, li Ranya û Silêmaniyê û li Sûrê bi hovîtî hatin qetilkirin.

KCK’ê got:

“Li her çar beşên welat ne tenê li cihên fermî û dibistanan, nehiştin em li malên xwe jî bi zimanê xwe biaxivin.

Ciwanên me li welatên biyanî bi destê nîjadperestên dagirker bi tawana ku ‘Kurd in û bi kurdî dipeyivin’ hatin kuştin.

Ji ber ku stranên kurdî guhdar kirin hatin kuştin.

Rastiya dijminên kurdan yên li hember zimanê kurdî bi vî rengîye.”

KCK: ENKS bi dijberiya perwerdeya zimanê Kurdîve dixwaze hevdîtinên yekîtiyê têk bibe

KCK’ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku ENKS bi dijberiya xwe ya li hember zimanê kurdî û sîstema hevserokatiyê, ji dijmin zêdetir dijminatiya kurdan dike û got;

“ENKS bi vê helwsta xwe, rastiya xwe ya li hember zimanê kurdî, têkiliya xwe ya bi dewleta tirk re baştir eşkere kir.

ENKS jî baş dizane ku kurdên rojava ne di perwerdehiya zimanê kurdî de, ne jî pergala hevserokatiyê de tawîzan didin.

ENKS bi van hinceta ve dixwaze hevdîtinên yekîtiyê dirêj bike, bixe warekî aloz û di encamê de PYNK’ê bi têkdana hevdîtinan tawanbar bike.”

KCK’ê destnîşankir ku divê ENKS dev ji vê helwesta xwe berde û ji bo yekîtiyê gavan bavêje, ji ber ku yekîtiya neteweyî pêdiviyeke jêneveger e.

KCK’ê bang li ENKS’ê kir ku divê dev ji zimanê li dijî destkeftiyên kurdan berde, ji deh hezaran şehîdên ji bo azadiya ziman canê xwe feda kiriye, ji malbatên şehîdan, ji têkoşîna xeta jina azad û ji hemû gelê Kurd lêborînê bixwaze.

Back to top button