Ebdulrehman Selman: Em piştgiriyê didin helwesta parlementerên Ewropayê

Rêveberiya xweser piştgiriya da parlamentoya Ewropa ya ku daxwaza lêpirsîna li sûcên dewleta Tirk yên li herêmên dagirkirî pêk tîne.

Endamê Desteya Rêveber a Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulrehman Selman ji ANHA’yê re axivî diyar kir ku sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî, pîvan û rêgezên navnetewî derbas kirine.

Selman diyar kir ku Rêveberiya Xweser piştgiriya vê însiyatîfa Endamên Parlamentoya Ewropayê dike û da zanîn ku Rêveberiya Xweser piştgiriya hemû însyatîfên ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dike.

19’ê Cotmehê, 68 endamên Parlamentoya Ewropayê nameyek ji serokê palamentoyê re şandin û daxwaza lêpirsîna sûcên ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, kirin.

Back to top button