Ji ber baran zêde li rojhilatê Efxanistanê lehî rabû.
Herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest da.
Zêdeyê 3 hezar mal xera bûne.
Lehî Li bajarê Logar ê Efxanistanê rabû.
Li gor walîtiya herêmê ji ber lehiya 9 jê zarok herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest daye.
30 kes jî birîndar bûne.
Cihên avdanê û baxçeyên fêkiyan, bi giştî nêzîkê 5 hezar erdê çandiniyê wêran bûye.
3 hezar mal ji ber lehiyê xera bûne.
Nêzîkê 2 hezar sewal jî mirine.
Berdevkê hikûmetê Bilal Kerîmî got:
“Em bang li civaka navneteweyî dikin ku di vê dema krîtîk de bi Efxanan re bin.
Û ji bo alîkariya mexdûrên lehiyê bila tu texsîrê nekin.”
Servîsên meteorolojiyê, ji bo rojên pêş jî hişyarî li welatiyan kir ku rîska rabûna lehiyê li 21 bajarên welêt heye.