Artêşa Iraqê hewl dide çekên Êzîdiyan kom bike

Hedî hêdî rastiya plana dagirkirina Şengalê şênber dibe. Artêşa Iraqê hewl dide çekên Êzîdiyan kom bike.

Îro hêzên leşkerî yên Iraqê ku di çarçoveya Peyman 9’ê cotmehê de ku li derdora Şengalê bi cih bûne li ser gundê Werdê yê bi ser Til Gizêr de girtin.

Di serdegirtina malan de hêzên Iraqê daxwaz ji gundiyan dikin ku çekên gel xwe radestbikin.

Welatiyê Bi navê Seydo Seyîd Reşo diyar kir ku hêzên Iraqê çawa dema ku DAIŞ hat ew xapandin û bê parastin hîştin îro jî çekên wan ên ji bo parastinê li gel xwe digirin, dixwazin ji wan bigirin.

Seydo Seyîd Reşo diyar kir ku ew vê zilmê qebûl nakin wê xwe bi xwe biparêzin.

Lê li dijî polîtîkayên bê parastin hiştin çalakiya nobedê ya piştevaniya bi Asayîşa Êzidxanê ya li Şengalê di roja 15’an de didome.

Back to top button