Artêşa Tirk a dagirker 7 sivîl ji êla El-Bedo revandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, li gundên Girê Spî ya dagirkirî 7 sivîl ji êla El- Bedo revandin û zêrên jinan jîdizîn.

Çavdêriya Sûrî a Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa dagirker bi ser gundê El-Zîdî yê girêdayî bajaroka Silok a Girê spî girt û 7 sivîl ji êla El-Bedo revandin.

Çavdêriyê diyar kir ku dagirkeran malên wan wêran kirin û zêrên jinan jî dizîn.

Berî du rojan, li gundê El-Elî Baciliye çeteyan dermanfiroşek û kurê wî yê 15 revandin

Ji gundê Tewîla jî sivîlê bi navê Brahîm Xelîl El-Elorevandibûn û li beramberî berdana wî 5 hezar dolar ji malbata wî xwestibûn.

Back to top button