Sûc û hovîtiya dewleta Tirk li herêmên dagirkirî

Sûc, hovîtî û binpêkirinên ku dewleta Tirk û komên çete li Efrîna dagirkirî dikin, dewam dikin.
Welatiyek din hate revandin, yek jî li hember dayîna fidyeyê hate berdan.

Malpera Efrîn POST ragihand ku welatiyê bi navê Faris Reşîd yê 32 salî hate revandin.

Li gorî Efrîn POST Reşîd ji navçeya Mebata ye û di dema dagirkirina Efrînê de neçarî koçberiyê bû.

Beriya sê mehan Reşîd tê xapandin û vedigere Efrînê, lê yekser ji aliyê çeteyên El Nuxba tê revandin û pişt re tê berdan.

Faris Reşîd careke din ji aliyê çeteyan ve bi behaneya ku Erka Xweparastin pêk aniye, tê revandin.

Çeteyên navê Polîsên Leşkerî li xwe dikin li Efrînê Idrîs yê ji gundê Çeqmaqa ya Racoyê revandin.

Li gorî malpera Efrîn NEWS 24 çeteyan piştî wergirtina fidyeyê Îdris berdane.

Li Efrîna dagirkirî revandina welatiyan û talankirina xwezayê dewam dike

Back to top button