Li herêma Cizîrê Şaredariyên Gel yên Dêrikê û Dirbesiyê civînên girseyî ji welatiyan re li dar xistin.
Di civînan de plan û projeyên sala bê hatin nîqaşkirin.
Hevseroka Şaredariya Dêrikê Bêrîvan Hisên qala xebatan û astengiyên li pêş şaredariyê kir û bal kişande li ser êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî binesaziyên herêmê.
Bêrîvan got ew ê li gorî derfetên heyî bersivê bidin daxwazên welatiyan û soz da ku ew ê rewşa xizmetguzarî baş bikin.
Nûnerên şaredariyê li nêrîn û pêşniyarên beşdaran guhdar kirin, da ku wan pêk bînin.
Di dawiya civînê de hate gotin, ew ê tevahî pêşniyaran lêkolîn bikin û bixin nava projeyên xwe yên sala 2024′an.
Şaredariya Gel a Dirbêspiyê jî civînek ji hevserokên komînên gund û taxên Dirbêsiyê re li dar xist.
Di civînê de pêşniyarên der barê kişandina ava vexwarinê û sererastkirina torên kanalîzasyonê hatin kirin.
Hevseroka Şaredariya Dirbêsiyê Zîlan Ereb got:
“Xebatên pêşîn ên şaredariyê ji bo sala bê çareserkirina prisgirêkên ava vexwarinê, çareserkirina torên kanalîzasyon û qîrkirina rêyan in.”