Saliha Aydenîz: Em ê bi ser bikevin

Bi wê re destekdayîna ji bo Partiya Çepên Kesk zêde dibe.
Namzeta Mêrdînê Saliha Aydenîz ,Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û xelkê Colemêrgê gotin: “Ji bo azadiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Piştî 15 rojên din wê li Tirkiye hilbijartina Serokomarî û Parlamentoyê pêk bê.

Ji bo têkbirina faşîzmê ya li ser sindoqan dem nêz dibe.

Li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên hilbijartinê berdewam dike.

Li navçeya Mehsertê buroya hilbijartinê hat vekirin.

Li vê derê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz axivî.

Saliha, destnîşan kir ku desthilata AKP’ê ji ber sekna jin û gelê kurd gihiştiye asta tunebûnê.

“AKP li Kurdistanê bûya partiya tabelayê. Em ê bi ser kevin.

Desthilat ji ber polîtîqayên xwe yên qirêj gihiştiye asta xilasbûnê.

Sekna gelê kurd û tifaqa kurdan wê serbikeve.

Em ê li Mehsertê dîrok binivîsînin.

Em ê bi ser kevin. Serkeftin wê ya gelê me be.”

Mîthat Sancar: Biçin ser sindoqan dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Li hêleke din Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bang li hilbijêrên li derveyî welat kir û got:

“Biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Raya te dengê te ye, îradeya te ye.

Dengê xwe bide, em bi hev re biguherînin”.

Xelkê Colemêrgê: Ji bo azadiyê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk

Şêniyên Colemêrgê jî li dijî zilm, zext û dîlgirtinê derketin û got:

“Ev hilbijartin wê bibe hilbijartina yekîtî û aştiyê.

Gelê Colemêrgê gelekî bi rûmet e.

Partiya me Partiya Çepên Kesk e.

Bi destûra Xwedê em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.

Back to top button