Mûrat Karayilan: Di xeta Rêbertiyê de pêvajoyeke berxwedanê ya mezin pêk hat

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan anî ziman ku berxwedana Gel, gerîla û Rêber Apo bi têkoşîna xwe nehiştin planên faşîzma qirker biçe serî lê êriş û palanên qirkirina kurdan hîn di meryetê de ye.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan derbarê mijarên di rojevê de ji ajansa Firatê re axivî.

Murat Karayilan diyar kir ku polîtîkayên rejîma AKP’ê ji hilbijartinên dawî heta niha dimeşîne xwe dispêrin ‘Plana Têkbirinê’ ya sala 2016’an û ev tişt anî ziman:

“Koalîsyona AKP, MHP û Ergenekon bi esasî ji bo serxistina Plana Têkbirinê ya li dijî gelê Kurd, plan kirin ku rejîma Erdogan mayinde bikin û desthilatdariya xwe dewam bikin.

Vê plana têkbirinê , ji xwe re kir armanc ku Kurdan bê pêşeng bihêlin, saziyên wan belav bike, destketiyên wan hemûyan ji nav bibin.

Li qadên weke Herêma Parastina Medyayê jî gerîla têk bibin.

Û ji ber vê jî tecrîda li ser Rêber Apo girantir kirin.

Li dijî vê yekê di xeta Rêbertiyê de pêvajoyeke berxwedanê ya mezin pêk hat.

Pêvajoyeke ku mirov dikare jê re bibêje ‘Berxwedaneke bi giştî li dijî şerê bi giştî’ pêk hat.

Gel, gerîla û Rêber Apo bi têkoşîna xwe nehiştin planên faşîzma qirker biçe serî.”

‘Desthilata AKP-MHP’ê di plana hilweşandinê de bi israr e’

Murat Karayilan operasyona qirkirina siyasî ya herî dawî ku 216 kes hatinbûn binçavkirin jî weke perçeyeke konsepta heyî girt dest û ev nirxandin kir:

Desthilata AKP-MHP’ê, di Planê Hilweşandinê de hêj jî israr dike.

Dixwaze bi van êrişan biçe hilbijartinê.

Wek perçeyekê vê konseptê, desthilata AKP’ê, bi vê êrîşê, dixwaze têkoşîna siyasî-hiqûqî, kûrahiya çandî û hêza propagandayê ya Kurdan bişikîne.

Rojnamevan, siyasetmedar, hunermend, hiqûqnas hatin armanckirin.

Mirov dikare bibêje ku ev êrîş jî êrîşek e ji bo şikandina hêzên bandora gelê Kurdistanê ye.”

Dewleta Tirk dixwaze hikûmeta Şamê û Îranê tevlî bilana qirkirina Kurdan bikin

Karayilan li hember polîtîkayên dagirkeriya Tirk raya kurd û dostên wan hişyar kir û got:

Dewleta Tirk bi piştgiriya Rûsyayê jî, bi dewletên wek Sûriye û Îranê re tifaqan çêdikin û hewil didin ku wan jî daxilê vê plana qirkirina kurdan bikin.

Beriya hilbijartinê dixwazin serkeftinekê bi dest bixin.

Bo mînak; ji xwe re kir armanc ku herêma Til Rifat (Şehba) û Minbicê ku di destên Kurdan de ne, ji destên Hêzên Sûriyeya Demokratîk derbixin.

Lê ev yek wê ne hêsan be.

Dagirkeriya Tirkiyê bi rêbazê tundiyê, êşkence, tirsandin, kuştin û wê nikaribe encam bigre.

Back to top button