“Însiyatîfa Rêveberiya Xweser di wexta xwe de hat”

Parêzer û çalakvanê siyasî yê ji Siweydayê Adil El Hadî got: Însyatîfa Rêveberiya Xweser mijarên gelek girîng di nav xwe de hewand.
Rêveberiya Xweser çareseriya herî baş a li ber destan e.

Adil El Hadî diyar kir ku Însyatîfa Rêvebriya Xweser di wexta xwe de hat û got:

Divê hikumeta Şamê bi beyannameyê re bide û bistîne.

Hikumeta Tirkiyeyê, dev ji dagirkirina Sûriyeyê bernade.

Di rastiyê de divê hikumeta Şamê li hember Însyatîfê helwesteke cidî û berpirs nîşan bide.

Lê Şam ji pozbilindiya xwe namîne, çareseriyên navxweyî jî asteng dike.

Adil El Hadî piştrast kir ku divê hêzên sûriyeyî vê beyannameyê bi awayekî cidî lêkolîn bikin.

Ger pêwîst bike jî guhertinan tê de çêbikin.

Parêzer û çalakvanê siyasî yê ji Siweydayê Adil El Hadî dawiyê got:

“Rêveberiya Xweser çareseriya herî baş a li ber destan e.”

Insiyatîfa çareserkirina aloziya Sûriyê

Back to top button