Tîmên Îtalya ji bo xelaskirina 1200 koçberî oparasyonek pêk anîn

Rêveberiya hikumeta Îtalya ji krîza koçberan bêzar bûye.
Lê tevî tedbîrên xurt jî heta niha nekariye rê li ber vê pêla koçberiyê bigre.
Yekîneyên parastina peravê yên Îtalyayê ji bo rizgarkirina du keştiyên ku nêzî 1200 koçberan li girava Sîcîlyayê hene operasyonekê li dar dixin.

Li welatê peravî Îtalya, bûye deryê koçberan yê Ewropayê.

Jimara zêde ya koçberan, di be sedema ku li welat alozî derbikeve.

Bi hatina hikumeta serokwezîr Georgiya Meloni re, ji bo pêşîgirtina koçberan tevdîrên xurt têne girtin.

Tîmên peravî yên Îtalya li hemberî 2 keştiyên oparasyon pêk anî.

Di keştiyekê de 800 û di ya din de jî 400 koçber hebûn.

Ji aliyeke din ve jî hêzên ewlekariya peravên Îtalyayê ragehandin ku di operasiyonên din yên koçberan ku ji roja Înê ve dewamin de nêzî du hezar kes rizgar kirine.

Rêxistineke sivîl ResQship ku navenda wê li Almanyayê ye, ragihand ku dawiya hefteyê herî kêm 2 koçberan di dema derbasbûnê de jiyana xwe ji dest dane.

Hat diyarkirin ku xebatên rizgarkirinê ji ber ku ji peravê pir dûr tên kirin wê demeke dirêj bidomînin.

Di hefteya dawiyê de nêzî 2 hezar koçber gihiştin Îtalyayê

Tenê di nava hefteya dawiyê de bi rêya Derya Spî nêzî 2 hezar kesî xwe gihand Îtalyayê.

Li gor daneyên Wezareta Karên Navxweyî ya Îtalyayê hejmara koçberên ku ji sersalê heta 7’ê Nîsanê bi rêya deryayê xwe gihandine welat 28 hezar û 285 in.

Ev dane li gorî par heman demê 6 hezar û 938 bû.

Back to top button