ASTANA 12 IDLIB, KOMÎTEYA DESTÛRÎ Û GEFÊN DAGIRKERIYA TIRK ROJEVA SEREKE YE

Tora 12. a danûstandinên Astanayê îro li paytexta Kazaxistinê “Nûr Sultan”tê lidarxistin. Di tûrika vê torê de sê mijarên girîng hene:
1-Lihevkirina der bar Idlib û pêşeroja wê.

2- avakirina komîteya destûrî.

3 – gefên dewleta Tirk li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê ye.

Ev her sê mijar tenê bi dewleta Tirk a dagirker ve girêdayî ne. Gelo wê çawa ji hev derkeve û çareser bibe.

Tora 12. a danûstandinên Astanayê îro li paytexta Kazaxistinê “Nûr Sultan” tê lidarxistin.

Di tûrika vê torê de sê mijarên girîng hene:

1- Lihevkirina der bar Idlibê û pêşeroja wê.

2- Avakirina komîteya destûrî.

3- Gefên dewleta Tirk li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê.

Di her sê mijaran de jî rêjîma AKP û serokê wê Erdogan rojeva sereke ye.

1- Erdogan sozên xwe yên derxistina çeteyên Cebhet El-Nusra ji Idlibê pêk neanî.

2- Erdogan der barê endamên komîteya destûrî de tevliheviyan derdixe.

3- Erdogan weke li Efrînê, gefên dagirkirinê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê dixwe.

ASTANA 12
FETISÎNA ERDOGAN NAVA ÇIRAVA IDLIBÊ NÊZ DIBE

Der barê xala yekemîn de, ango pêkanîna hevpeymana Idlibê, êdî dîtina çareyek ji vê mijarê re bûye rojeva sereke û herî girîng.

Daxuyaniyên Mosko û Şamê yên der barê vê mijarê de derketin, teqez dike ku êdî nema dikarin bêtir bendewar bin.

Lewre, lê pêşiya Erdogan du rê hene:

1- Hevkariyek rasteqîn bi Rûsyayê re da ku derbeyên giran li çeteyan bidin.

2- Vekişîna hêzên dewleta Tirk a dagirker ji noqteyên ku tê de xwe bi cih kiribûn.

Encama van herdu riyan jî wê ev Bin:

1- Wê artêşa rêjîma Sûrî tevî alîgirên wê dest bi êrîşkirina deverên çeteyan bikin.

2- Wê Cebhet El-Nusra û Partiya Îslamî ya Turkistanî têk biçin.

3- Wê parêzgeha Lazqiyê û baregeha Himêmîm a Rûsî werin parastin.

ASTANA 12
JI BO AVAKIRINA KOMÎTEYA DESTÛRÎ HEMÛ SEFERBER IN

Xala duyemîn, avakirina komîteya destûrî ye.

Di tevgera diplomasî ya beriya civînê de pêwîstiya vê xalê tê nîşandan.

Serdana nûnerê taybet ê serokê Rûsî ji bo Sûriyê Alexander Lavrentiev ji Sûriye û Siûdiyê.

Çûna wezîrê Karên Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf a Şam û Enqerê.

Teqekirina Rûsyayê der barê dawîhatina avakirina komîteyê tê wateya nêzbûna avakirina wê.

ASTANA 12
REWŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ BI IDLIB Û KOMÎTEYA DESTÛRÎ VE GIRÊDAYÎ YE

Serketin an binketina herdu xalên despêkê, çarenûsa ya sêyemîn diyar dike, gefên Erdogan der barê êrîşeke gengaz li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Her wiha wê çarenûsa mijara “Herêma Ewle” ya Tirkiye bi Emerîka re goftûgo dike, diyar bike.

Eger lihevkirin der barê Idlibê pêk were, gengazbûna êrîşa li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê nêz e.

Eger lihevkirin nebe, wê Tirkiye vegera pêvajoya lêgerîna lihevkirinan bi Emerîka re.

Lê eger em hinekî paş de vegerin, û li çawaniya danûstandina Rûsya bi Tirkiyê re der barê aloziya Sûrî meyzekin.

Bi taybetî tora 11’mîn a civînên Astanayê û hevdîtinên serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê bi hev re û nakokiyên di hundir wan civîn û hevdîtinan de.

ASTANA 12
TU GUHERTIN DERNAKEVE HOLÊ

Mirov dikare bigihê vê encamê:

Wê rewşa nelihevkirin û nakok navbera aliyan di Astana 12 de jî bidome.

Wê dewleta Tirk di kirîna demê de dewam bike heyanî ku bikaribe bi çeteyên xwe re bigihêje çareyekê.

 

Leave a Reply

Back to top button