Vê sibê şerekî dijwar di navbera rêjîma Sûrî û dewleta Tirk de rû da

Şerekî dijwar di navbera Rêjîma Sûrî û dewleta tirk de li derdora El-Nêrebê rû da.

Piştî gefên tûj li dijî rejîma Sûrî û Rûsyayê, serokkomarê Tirkiyê Erdogan bi desteka çeteyên xwe, êrîşeke dijwar bir ser herêmên rejîma Sûrî yên li Idlibê.

Piştî serokkomarê Tirkiyê bi serokê Rûsyayê re hevpeywendiyeke telefonî pêk anî, şerekî dijwar di navbera Rêjîma Sûrî û dewleta tirk de li derdora El-Nêrebê rû da.

Duh Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan ragihand ku di encamê şerê li bajarokê Neyrib ê li Idlibê de, 28 çete û 2 leşkerên dewleta Tirk hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Back to top button