PYD: Armanca hevdîtinê têkbirina insiyatîfa Yekîtiya Niştimanî ye

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku armanca hevdîtina navbera ENKS’ê û Mevlut Çavuşoglu de, têkbirina insiyatîfa yekrêziya kurdiye.

PYD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku serdana ENKS’ê di vê demê de tê wateya têkbirina insiyatîfa yekrêziya kurdî.

PYD’ê destnîşan kir ku niha ji her demê zêdetir pêwîstiya kurdan bi avakirina yekrêziya kurdî heye û teqez kir ku na bi dest xistina vê pêvajoyê wê gelê kurd hesab ji rayedrên kurdan bixwaze.

Partiya Yekîtiya Demokratîk diyar kir ku danûstandina ENKS’ê bi hêzên dagirker re, xizmeta siyaseta dagirkeran dike.

PYD`ê di dawiya daxuyaniyê de, bang li gel kir ku li hemberî komployan hişyar bin û ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî, yekitiya xwe xurt bikin û teqez kir ku yekîtî wê planên qirêj têk bibe.

Back to top button