Li dijî tecawizkar Şirnexî herikîn qadan

Rastiya faşîzma dewleta tirk ya, înkar, qirker û tecawizkar her ku diçe bi awaykî zelal derdikeve pêş. Doh polîsekî pispor yê dewleta tirk Alparslan Akbudak li dijî zarokeke 13 salî êrîşek zayendî pêk anî.

Piştî vê yekê Şirnexî weke lêhiyekê daketin qadan û hêrsa xwe nîşan dan. Şirnexiyan bi yek dengî gotin, bêdeng nebin, ger bêdeng bibin wê dur were we.

Duh êvarê li navenda Şirnexê, çawişekî pispor yê dewleta Tirk Alparslan Akbudak li dijî zaroka 13 salî êrîşa zayendî pêk anî.

Şêniyên li derdor ku bi qîrîna zaroka biçûk hesiyan, çawişê pispor girtin.

Piştî bûyerê hin welatiyan hin dîmenên ku hatibûn kişandin li ser medya civakî parve kirin.

Bi bê yekê re Şirnexî bûn lêhî û herikîn qadan.

Hêrsa ciwanan her ku dem derbas bû zêdetir bû.

Ciwanan daxwaza darvekirina tecawizkar kirin.

Polîsên faşîst yên li dijî hêrsa ciwanan ne karîn xwe bigirin, vê carê di bin navê çalekger alîgirên HDP’ê ne xwestin êrîş bikin.

Ciwanan li dijî vê yekê di kêliyê de bertek nîşan dan.

Çawîşê pispor her çiqas piştre hate girtin jî lê meşa ciwanan heta direngiya şevê dewam kir.

Çawişê pispor Alparslan Akbudak yê dewleta tirk, di dagirkina Efrînê de jî cihê xwe girtibû.

Ji xwe li Efîrnê jî leşker û çeteyên dewleta tirk heman sûcên şer û li dijî mirovahiyê kiribûn.

Back to top button