Henan Osman: Divê Tirkiyê yekser jinên siyasetmedar berde

Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî ya li Lubnanê operasyonên serdegirtin û binçavkirinê li Bakurê Kurdistanê şermezar kir û wiha got:

Hikumeta AKP’ê ji jinên siyasetmendar ên xwedî îrade ditirse, ji ber wê wan dike armanc.

 

Hukumta AKP’ê di 14’ê Tirmehê, 23 jin jî di nav de bi dehan kes binçav kirin.

Seroka Weqfeya Newroz a Çanda Civakî ya Kurdên Lubnanê Henan Osman têkildarî operasyonên siyasî yên dewleta Tirk axivî:

Newroz diyar kir ku polîsên Tirkiyê bi behaneyên dûrî qanûn û pîvanên netewî li ser malan de digrin jin jî di nav de her kesê binçav dikin.

Henan destnîşan kir ku bi salane hikumeta AKP`ê li dijî gelê Kurd, konsepta qirkirin û înkarkirina çandî û fîzîkî pêk tîne.

Henan Osman piştrast kir ku AKP di radeya yekem de jinên aktivist dike hedef. Ji ber ku ji jinên azad ên siyasetmedar û xwedî îrade ditirsin û wiha dewam kir:

Jinên ku pêş dikevin, li dijî bêmafî û desthildariyê radibin.

Lewra em rû bi rûyê hovîtî, faşîzm, binçavkirinên siyasî û binpêkirinên hikumeta AKP`ê dimînin.

Seroka Weqfeya Newroz Henan Osman wiha axaftina xwe bi dawî kir:

Em wekî jinên aktivist ên li Lubnanê van binçavkirin, êriş û serdegirtinên neqanûnî li dijî jinên Kurd şermezar dikin û banga serbestberdana wan dikin.

OPERESYONÊN QIRKIRINA SIYASÎ

Back to top button