Di şerê li Xezayê de 118 kesên din mirin û 163 jî birîndar bûn

Di roja 138’an de encama şerê li Xezayê giran dibe.
Di nava 24 seetên dawiyê de jî şer û êrişan dewam kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê di êrişên Îsraîlê de 118 kesên din hatin kuştin.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku leşkerekî wan yê din hatiye kuştin û 3 jî giran birîndar bûne.

Di roja 138’an de bîlançoya şerê li Xezayê girantir dibe û hejmara kuştî û birîndaran jî rojane zêde dibe.

Wezareta Tenduristiyê ya Hemasê encamên şer yên dawî bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Wezaretê ragihand di nava 24 seetên dawiyê de ji ber êrişên Îsraîlê 118 kesên din hatin kuştin û 163 kes jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên wezaretê ji 7’ê Cotmeha 2023’an ve hejmara kesên li Xezayê hatine kuştin derket 29 hezar 313’an û ya birîndaran jî bû 69 hezar 333 kes.

Hat diyar kirin hê jî hejmareke zêde qurbanî di bin xirbeyan de ne û ji ber astengiyên hêzên Îsraîlê ekîbên parastina sivîlan û ambulans nikarin xwe bighînin wan.

Artêşa Îsraîlê: Li Bakurê Xezayê bi dehan endamên Hemasê hatin kuştin

Artêşa Îsraîlê jî têkildarî şer daxuyanî da.

Artêşê ragihand di encama operasyoneke bi piştgiriya hêzên ezmanî li dijî taxa Zeytûn ya li bakurê Xezayê hejmareke zêde endamên Hemasê hatin kuştin.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin di operasyonê de li deverên bin erdê, deverên çavdêriyê û depoyên cebilxaneyan jî hatine xistin.

Her wiha hat ragihandin li dijî herêma Xan Yunus ya li başûrê Xezayê jî operasyonên nû hatine destpêkirin, gelek endamên Hemasê hatine kuştin û cihên bin erdê hatine rûxandin.

Artêşa Îsraîlê: Li Xezayê leşkerekî me mir 3 jî birîndar bûn

Li aliyê din artêşa Îsraîlê ragihand ku vê sibê di şerê li bakurê Xezayê de leşkerekî wan yê din miriye.

Hat diyar kirin di encama êrişên bi moşekan û teqemeniyan de 3 leşkerên din jî giran birîndar bûne.

Bi destpêkirina operasyona bejahî ya li dijî Xezayê de hejmara leşkerên Îsraîlê yên hatin kuştin derket 237’an.

Artêşa Îsraîlê li dijî Xezayê êrişên giran pêk anîn

Back to top button