Fransa ji ber kiryarên dewleta Tirk li derya Spî ew hişyar kir

Li derya Spî alozî kûrtir dibe.
Fransa, dewleta Tirk bi derxistina aloziya li derya Spî tewanbar kir û ji bo despêkirina diyalogan jî got, divê despêkê dewleta tirk dest ji hewildanên derxistina aloziyê berde.

Wezîra Parastinê ya Fransa Florence Parly di axaftina xwe ya bi çapemeniyê de, tevgera dewleta tirk a li lêgerîna gaza xwezayî li Derya Spî weke sedema aloziyê binav kir.

Florence Parly diyar kir ku wan beriya niha jî ji bo tirkiyê hişyarî dabûn û gotibûn, ji bo dawî anîna aloziya li derya spî divê dewleta tirk dest ji tevgera li Derya Spî berde.

Parly anî ziman ku li gorî qanunên navnetewî ti mafê dewleta tirk yê derxistina çavkaniyên gaz û enerjiyê li Derya Spî tineye.

Beriya niha tirkiye li ser helwesta Fransa li peravên Derya Spî yên Yûnanîstan û Qibrisa Rûm tevgera xwe zêde kiribû.

Heta dewleta tirk li herêmê manewreya leşkerî jî pêk anîbû.

Wezîra Parastinê ya Fransa eşkere kir ku tevgera li herêmê wan eleqeder dike û sedema vê yekê jî ji ber herêm ji bo welatê xwe weke girîng binav kir.

Back to top button