Li gundewarên Til Temir şer di navbera çeteyan de qewimî

Li gundên Til Temirê di navbera çeteyên dewleta Tirk de şer derket.

Li gorî çavkaniyên ji Til Temirê, li gundê Mehmûdiyê di navbera çeteyên dewleta Tirk de şerekî dijwar qewimî.

Çavkaniyan da zanîn ku şer di nav bera çeteyên koma Sultan Mûrad, Hemzat û hin komên din de derket.

Çavkaniyan diyar kir ku şer heta gundê Fêseliyê yê Til Temir bi çekên giran dewam kir.

Derbarê kuştiyên çeteyan ti agahî nehatin bidestxistin.

Back to top button