Xelkê Şengalê bang li Iraq û NY kir ku li ber êrîşên dewleta Tirk rabin

Derbarê êrîşên dewleta Tirk a dagirker de, xelkê Şengalê bang li hikûmeta Iraq û Netewên Yekbûyî kir ku li ber êrîşan rabin û helwestê nîşan bidin.

Endamên Meclîsa Gel a bajaroka Borikê ya Şengalê bi beşdariya nûnerên sazî û rêxistinan, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyeke çapemeniyê da.

Di daxuyaniyê de êrîşên dewleta Tirk û bêdengiya raya giştî ya Iraqê û navnetewî hatin şermezarkirin.

Bang li hikûmeta Iraq û Netewên Yekbûyî jî hat kirin ku li hember êrîşên dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, Lîza Elî jî axivî û got ew ê li dijî êrîşan li ber xwe bidin û ti carî serî ji kesê re netewînin.

Back to top button