MSD: Helwestên navdewletî derbarê danûstandinan li gel hikûmeta Şamê erênî ne

Endamê desteya serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê Sîhanok Dîbo di civînekê de li bajarê Reqayê diyar kir ku helwestên navdewletî derbarê danûstandina wan li gel hikûmeta Şamê êrênî ne.

Duh roja Çarşemê MSD’ê li bajarê Reqayê derbarê geşedanên siyasî yên dawî de civînek li gel siyasetmedarê Reqayê li dar xist.

Di civînê de Sîhanok Dîbo axivî û bal kişand ser serdana dawî ya MSD’ê ji Moskowê re û wiha got:

Rayedarên Rûsî di nav de wezîrê karê derve Sergey Lavrov cidî nêzîkî danûstaninên di navbera MSD’ê û hikûmeta Şamê de.

Her wiha Sîhanok Dîbo da zanîn ku Amerîka jî helwesteke erênî derbarê danûstandinên di navbera her du aliyan de nîşan da.

Endamê serokatiya MSD’ê got ku amade ne danûstandinên li gel hikûmeta Şamê dewam bikin lê divê hikûmeta Şamê Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê nas bike.

Her wiha dê danûstandin li gorî biryara navdewletî 2254 a veguhastina siyasî werin kirin.

Biryara navdewletî 2254 dawiya sala 2015’an de hat girtin.

Li gorî wê divê yekser şer li Sûriyê were sekinandin, danûstandinên siyasî werin kirin û di nava 18 mehan de hilbijartin pêk werin.

Back to top button