27 welatên Yekîtiya Ewrûpayê li hemberî hewldana êrişa li dijî Ukraîne, Rûsya bi awayekî tûnd hişyar kirin.
Endamên Yekîtiyê ragihandin ku girtina xeta Lûleya Nord Stream 2 a gaza xwezayî û cezayên aborî, di plansziya wan de ne.
Lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewrûpayê civîna bilind a dawiya sala 2021’an pêk anîn.
Weke dihat payîn yek ji rojeva sereke a civînê, îdîaya êrişa Rûsya li dijî Ukraîne bû.
Li hemberî êrişeke muhtemel, ji civînê hişyariyeke tûnd derket.
Seroka Konseya Yekîtiyê Ursula Von der Leyen, li têkildarî mijarê ev peyam da:
Bila gumana ti kesî nebe,
Eger êriş li dijî Ukraîne pêk were, wê Yekîtiya Ewrûpa bê deng nemîne û cezayên giran li Mosko bibire.
Serokwezîrê nû yê Almanyayê Olaf Scholz jî wiha got:
Êrişa leşkerî ya li dijî Ukraîne, wê encam û berdêla wê giran be.
Scholz têkildarî awayên cezayan, ti agahî nedan.
Lê li gorî dîplomatan, girtina xeta Lûleya Nord Stream 2 a gaza xwezayî û cezayê malî di plansaziya lîderên Ewrûpayê de ye.