Almanya, Fransa û Ukrayna bang li Rûsya kir hêzên xwe ji sînor vekişîne

Di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dexta şer danakeve.
Rûsya tetbîqatên leşekrî zêde dike û bi van re jî peyama gefxwarinê li Kîevê dixwe.
Li dijî vê yekê Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy li Parisê daxwaza piştevaniyê kir.
Li ser vê yekê ji Merkel, Macron û Zelenskiy bang li Moskova hate kirin ku hêzên xwe ji sînorê Ukrayna vekişîne.

Serokomarê Fransa Emmanuel Macron, Serokwezîra Almanya Angela Merkel û Serokdewletê Ukrayna Vladimir Zelenskiy, têkildarî aloziya navbera Kîev-Moskovayê civînek lidar xistin.

Civîn bi rêya vîdeo konferans pêkhat.

Macron û Zelenskiy li Parîsê rûbirû rûniştin û Merkel jî bi rêya vîdeo konferans beşdar bû.

Hersê lîderan, aloziya navbera Ukrayna û Rûsya nîşaqkirin.

Lîderan bang li Moskova kir ku hêzên xwe jî sînorê Kîevê vekişîne.

Di daxuyaniya ku ji aliyê Serokwezîrtiya Almanya ve hatî weşandin de fikarên hersê welatan yên li ser tevgera leşkerî hate rawestandin.

Di daxuyaniyê de aliyan ji bo rewşa aram daxwaza vekişîna hêzên teqwiye ji bo herêmê hate kirin.

Moskova tetbîqat leşkerî li sînorê Ukrayna pêk tîne

Li dijî van banga Moskova tetbîqatên leşkerî li Derya Reş û herêmên sînorê Ukrayna zêde kiriye.

Back to top button