NY: Wê 60 çavdêr ji bo şopandina agirbestê li Sirtê werin bicihkirin

Ji bo vegera aramiya li Lîbya xebatek zêde tê meşandin.
Konseya Ewlekariya NY bi piraniya dengan biryara bicihirina çavdêrên ji bo şopandina agirbesta li Lîbya girt.
Sekreterê Giştî yê NY Goterres got,
60 çavdêr wê li bajarê Sirtê li gel Komîteya Leşkeriya Hevbeş, agirbestê bişopînin.
Hikumeta Lîbya ya nû jî ji biryarê keyfxweşe.
Aliyan careke din metirsiya hebûna hêzên biyanî anîn ziman û diyarkirin ku divê hêzên biyanî ji welat derkevin.

Li Lîbya ku ji 2011’an ve şer lê ranewestiyaye, di nava demên dawiyê de asoya çareseriyê xuya dike.

Lê hebûna hêzên biyanî û çeteyan her tim metirsiya têkçûna ji atmosfera aştiyê dide xuyakirin.

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara geşedanên siyasî yên li Lîbyayê doh civiya.

Di civînê de, ji bo agirbest were parastin û şopandina wê êşniyara ji aliyê Sekreterê Giştî yê NY Antonio Guterres hate erêkirin.

Biryar di Konseya Ewlekariyê de bi piraniya dengan hate erêkirin.

Li gorî plana ku Guterres pêşkêşî Konseya Ewlekariyê ya NY kirî, piştî ewlekarî û pêwistiyên lojistîkî ji bo şopandina agirbesta li welat wê li Sirtê 60 çavdêr werin bicihkirin.

Ev çavdêr wê bêçek û bê cilên fermî bin.

Çavdêr wê li gel Komîteya Leşkeriya Hevbeş (5+5) kar bikin.

Heta 1’ê Tîrmehê divê zagona hilbijartinê were ragihandin

Ji bo hilbijartina 24’ê Kanûnê ku wê pêk were, daxwaza derxistina zagonekê tê kirin.

Meclisa Nûner û Konseya Ewlekariyê ya NY daxwazkirin ku di zutirîn demê de zagona hilbijartina ku li welat pêk were bê eşkerekirin.

Banga derketina hêzên biyanî ji Lîbya hate kirin

Yek ji mijara herî zêde metirsiyê li gel xwe dide avakirin, hebûn hêzên biyanî yên li welatin.

Ji ber vê yekê Konseya Ewlekariyê ya NY biryara agirbestê ku 23 Cotmeha 2020’an hatibû ragihand û xalên wê hatin bibîrxist û wiha got:

Divê tevahî hêzên biyanî û çekdarên bipere derbikevin.

Her wiha Konseyê ambargoya şandina çekan ya ji bo Lîbyayê careke din nûkir.

Lîbya biryara konseyê bi keyfxweşî pêşwazî kir

Konseya Serokatiya Lîbya, keyfxweşiya xwe ya li ser biryarên ku NY ji bo welat dayî ragihand.

Berdevka Konseya Serokatiyê Necwa Wehîbe li ser mijarê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Tevî derketina tevahî hêzên biyanî û çekdarên bipere, divê hemû biryarên agirbestê werin pêkanîn. Ev biryara ku bi piraniya dengan hatî girtin cihê keyfxweşiyê ye. Ev biryar di asta piştevaniya ji bo Hikumeta Yekîtiya Nîştîman û Konseya Serokatiyê de ye.

Li gorî hin belgeyên ku SKY News erebiye bi dest xistine, li Lîbyayê 11 hezar û 609 çeteyên Sûrî yên Tirkiyê hene.

Li gorî SKY, Tirkiye tenê 1226 çeteyên “El-Ceyş El-Wetenî El-Sûrî” vegerandine Sûriyê.

Back to top button