Tahranê kesê li pişt êrîşa li dijî navenda nûkleerî ya Natanz eşkere kir

Îran ji bo tola êrîşa ku li dijî navenda nûkleerî ya Natanz rake, rêjeya ûranyûmê zêdekir.
Tahranê kesê li pişt êrîşa li dijî navenda Natanz eşkere kir.

Televsiona dewletê ya Îranê doh kesê li pişt êrîşa li dijî navneda Nûkleerî ya Natanz eşkere kir.

Televsionê cara yekem wêneyê kesê gumanbar dihat dîtin parvekir.

Li gorî wêneyê hatî weşandin kesê gumanbar, Reza Karîmî yê 43 salî ye.

Hat îdiakirin ku Karîmî li xwe mikurhatiye ku hefteya derbasbûyî li navendê teqemeniyek bicih kiriye.

Bi teqîna bombeyê re di navenda Natanz de ziyan pêkhatibû.

Îranê yekser tiliya tewambariyê dirêjî Îsraîlê kiribû.

11’ê Nîsanê di beşê dabeşkirina elektirîkê ya li navenda Nûkleerî ya Nataz a Îranê de qezayek rûda.

Ev yek jî bûbû sedema ku di nava sêgoşeya Tahran, Waşîngton û Îsraîlê de careke din gefxwarinan despê bike.

Tahran, Îsraîl ji êrîşa li dijî Navenda Nûkleeriya Natanz a Îranê berpirsyar tewambar dike.

Îsraîlê her çiqasî vê yekê red nake jî lê ragihand ku wê nehêlin Tahran bibe xwedî çeka nûkleerî û sedemê wê jî rêz kiribû.

Back to top button